Amerîka sedema bilindbûna bihayê genim eşkere dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Rûsya careke din xurekê wek çek bi kar tîne û bûye sedema bilindbûna bihayê genim li cîhanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Rûsya careke din xurekê wek çek bi kar tîne û bûye sedema bilindbûna bihayê genim li cîhanê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji ber cîgirnebûna rêkeftina dexlûdanên Ukraynayê, bihayê xurekê bilind bûye.

Ned Price diyar kir: “%60ê dexlûdanên Ukraynayê bo welatên hejar diçe û rêkeftina hinardeya dexlûdan, ji bilî rêya Deryaya Reş, ti cihekî din jê re tune ye.”

Çend roj berê, Rûsyayê beşdarbûna rêkeftina hinardeya dexlûdanên Ukraynayê bo cîhanê rawestand.

Ev pêngava Rûsyayê piştî wê yekê hat ku roja Şemiyê 29ê Cotmeha 2022yan keştiyên şer ên Rûsyayê ji girava Sivastopol a ser bi navçeya Kirimê, bi rêya firokeyên bêfirokevan kire armanc.

Meha Tîrmeha borî, Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftinek îmze kirin, ku armanca wê, hêsankirina gihiştina dexlûdanên Ukraynayê bo bazarên cîhanê.

Ji 24ê Sibata borî ve, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê tê kirin û ji ber êrîşan bi hezaran serbaz û welatî hatine kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî, awareyî welatên Ewrûpayê bûne û vî şerî bandoreke nêyênî li ser rewşa bazara dexlûdanê li cîhanê kiriye.