Lûtkeya Ereban li Cezaîrê dest pê dike û mijarên germ li ser maseya diyalogê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – 31emîn Lûtkeya Bilind a Komkara Erebî îro li Cezaîrê, bi armanca “yekdengiya Ereban û rûbirûbûna pirsgirêkên heyî yên xwarin û ewlehiyê" dest pê bike, piştî ku sê caran ji ber pandemiya Koronayê hatibû paşxistin.

Di nav dosyayên ku dê di civîna Cezaîrê de bên gotûbêjkirin, yekrêziya Erebî û yekgirtina ji bo rûbirûbûna guhertinên nû yên navdewletî, çareserkirina qeyranên Ereban, bi taybetî pirsa Filistînê, reforma Komkara Erebî û ewlehiya xwarinê ya Ereban di siya bilindbûna nirxên madeyên xav ji ber şerê li Ukrayna û encamên pandemiya vîrusa Korona.

Rêkxistina vê lûtkeyê di demekê de ye, perçebûn û şerên dijwar li herêma Erebî hene, wek Yemen, Sûrîyê, li Lîbya û Somal, ji bilî nakokiyên din ên navçeyî.

Yekşema borî roja dawî ya civînên amadekar bû, tê de wezîrên derve yên 22 welatên Erebî beşdar bûn. Di civînê de behsa bernameya lûtkeyê kirin û Wezîrê Derve yê Cezayîrê Ramtan Lamamra jî ew civîn bi "serketî" bi nav kir.

Lamamra hêviya xwe anî ziman û got: “Em ê karibin bi hev re kar ji bo avakirina lihevhatineke berfirehtir bikin ku rê bide hemû welatên Erebî bibin yek û rêz û hewlên xwe bikin yek ji bo çareserkirina qeyranên tund ên ku herêma me ya Erebî tê re derbas dibe ku bû qada şer û nakokiyên di navbera gelek hêzên biyanî.”