121 Efrînî ji xuleke Kurdî ya Peymangeha Zimanan a Ezazê derçûn

Yekem xula Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Helebê ya Azad li Ezazê bi dawî bû
Beşek ji xwendekarên zimanê Kurdî - Wêne: Radyo Delal
Beşek ji xwendekarên zimanê Kurdî - Wêne: Radyo Delal

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem xula Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Helebê ya Azad li Ezazê bi dawî bû û piraniya xwendekaran di ezmûnên asta yekem a zimanê Kurdî de bi ser ketin.

Mamoste Îbrahîm Ehmed ji K24ê re got, Peymangeha Bilind a Zimanan li Zanîngeha Helebê ya Azad li Ezazê ku roja 15ê Tebaxa 2022an, yekem xuleya bi zimanê Kurdî bi beşdariya 133 xwendekarên Kurd ên Efrînê dest pê kiribû, roja Çarşema borî 27ê Cotmehê ezmûnên wê bi dawî bûn.

Xwendekarên Zimanê Kurdî

Mamoste Îbrahîm Ehmed diyar kir, di vê xuleyê de asta yekem a zimanê Kurdî hat fêrkirin. 133 xwendekarên ji her du regezan ên ji temenê 18 saliyê û ta 70 saliyê beşdar bûn û wane jî ji aliyê 5 mamosteyan ve hatin dayîn.

Destnîşan kir jî, 121 xwendekaran asta yekem bi serkeftin derbas kirin, lê 12 xwendekaran ji ber pirsgirêkên çûnûhatinê di navbera Efrîn û Ezazê de, nekarîbû xwe bigihînin ezmûnan. 

Xwendekarên Zimanê Kurdî

Mamoste Îbrahîm Ehmed da zanîn jî, bernameya hîndekariyê ya di xuleyê de li gorî bernameyeke dirust û lêkolînkirî hatibû danîn.

Her wiha bal kişande ser wê yekê, wan pêşniyar li Zanîngeha Helebê ya Azad li Ezazê kirine ku ji ber ku xwendekarên zimanê Kurdî ji Efrînê ne û zehmetiya çûnûhatina xwendekaran ji Efrînê bo Ezazê heye, xuleyên Zimanê Kurdî ya zanîngehê li Efrînê bên vekirin.

Xwendekarên Zimanê Kurdî