DBP: Berxwedana Kobanê sînorên di nav gelê Kurd de rakirin

DBP
DBP

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro 1ê Mijdara 2022an, peyamek bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê belav kir û tê de ragihand, “Gelê Kurd û dostên wî bi berxwedaneke bê hempa DAÎŞ û şirîkên wî têk birin.”

Peyama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP:

Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Be

Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrişê Kobanê kir û hewl da ku Kobanê dagir bike. Li dijî van êrişên ku bi mehan berdewam kir, gelê Kurd û dostên wî bi berxwedaneke bê hempa DAÎŞ û şirîkên wî têk birin. Ev serkeftina ku bi pêşengtiya gelê Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd pêk hat bala hemû cihanê kişand û li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên demokratîk, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re hat îlankirin.

Berxwedana ku li Kobanê pêk hat di heman demê de bû sembola şoreşa Rojava. Berxwedana Kobanê li Rojava, bi têkoşîneke enternasyonal re bû yek û li cihanê belav bû. Ev yek jî ji bo gelên bindest bû hêviya azadiyê. Di şexsê Arîn Mîrkan de berxwedana jinên Kurd ji bo jinên Rojhilata Navîn û li Cîhanê bû mînaka têkoşînê ya li dijî serdestan. Mînaka vê yekê jî îro serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi qatilkirina Jîna Aminî dest pê kir û bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadî” berdewam dike ye. Ev dirûşmeya ku li Rojava şax da li ser lêvên jinên Cîhanê bûye qêrîna azadiyê. 

Kobanê ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e. Desthilatdarên ku axa Kurdistanê kirin çar perçe û ev sed sal in ku gelê Kurd bi sînoran ji hev qetandine, hêvî dikirin ku Kobanê bikeve da ku rê li ber şoreşa Rojava bigrin. Lê bi berxwedana Kobanê re gelê Kurd sînorên nav xwe ji holê rakir û bi yek dilî, bi yek hestî xwedî li berxwedana Kobanê derket. Vê yekê jî di nav Kurdan de hêviya yekîtiyê xûrt kir û di heman demê de yekîtiyê li ser gelê Kurd ferz kir. Kobanê nîşan da ku gelê Kurd xwediyê hêzeke wusa ye ku dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe.

Lewma jî Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hevkarî û îcazeta hêzên navnetewî Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê dagir kir, bi destên çeteyan bi her awayî Efrînê talan dike û demografiya wê diguherîne.  Îro jî derî bi derî digere ku ji hêzên navnetewî careke din destûrê bigre da ku êrişî Rojava bike. Piştî ev yek pêk nehat bi rêya SİHA’yan êrişî sivîlan dike û bi vî awayî hewl dide ku herêmê xalî bike û şoreşa Rojava têk bibe. 

Ev têkoşîna destane ya gelê Kurd a li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, careke din nîşanê me da ku êrîş û polîtîkayên desthilatdaran a ku li ser dijminatiya gelê Kurd pêk tê, wê bê encam bimîne û ti carî bi ser nekeve. Bi vê minasebetê em careke din Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û bang li gelê Kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan bi helwesteke zelal bertek nîşan bidin û xwedî li nirx û destkeftiyên gelê Kurd derkevin.  

Em bi rihê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk

01.11.2022