Li Diyarbekirê 1ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanî hat pîrozkirin

Li Diyarbekirê ji aliyê partiyên siyasî û saziyên civakî ve bi çalakiyekê “1ê Mijdarê Roja Pişteveniya Cîhanî bo Kobanî” ragihandin ku berxwedana Kobanî sînorên di nava gelê Kurd de rakirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê partiyên siyasî û saziyên civakî ve bi çalakiyekê “1ê Mijdarê Roja Pişteveniya Cîhanî bo Kobanî” ragihandin ku berxwedana Kobanî sînorên di nava gelê Kurd de rakirin.  Siyasetmedarên Kurd gotin ku; Kobanî ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e û berxwedana Kobanî, di nav Kurdan de hêviya yekîtiyê xurt kir.

Li Diyarbekirê li Parka Koşuyolu, rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi boneya “1ê Mijdarê Roja Pişteveniya Cîhanî bo Kobanî” çalakiyek birêve birin. Di çalakiyê de behsa êrişên 2014an yên li ser Kobanî hat kirin û bal hat kişandin ku, li Kobanî li hemberî DAIŞê berxwedaneke bêhempa hat dayîn.

Parlementera HDPê Remziye Tosun jî got; keç û xortên Kurdan li Kobanî têkoşîneke mezin dan û bi ser ketin. Remziye Tosun rexne li desthilatdariyê jî kir û got; ew dixwazin dengên aşitîxwazan qut bikin. Tosun da zanîn ku, li cihê ku zilm û zordarî hebe dê li wê derê berxwedan jî hebe.

Hevserokê rêxistina Diyarbekirê ya HDPê Zeyad Ceylan got; berxwedana Kobanî ji bo Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo Tirkiyeyê dê bibe boneya aramî û azadiyê.

Di sala 2014an de DAIŞê êrişî bajarê Kobanî kir. Kurdên Bakur bi rojan li ser sînorê Pirsûs û Kobanî çalakî encam dan. Piştî ku Pêşmergeyên Kurdistanê jî derbasî Kobanî bûn, DAIŞ hat têkşikandin û Kobanî rizgar bû.

1ê Mijdarê li ser banga nivîskarên xwedî xelata Nobel ya Aşitiyê, siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên navdar ên cîhanê wekî Roja Pişteveniya Cîhanî bo Kobanî hat ragihandin.