Silêman Oso: Herêma Kurdistanê her tim piştevanê diyaloga Kurdî-Kurdî bûye

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser piştevaniya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di Dîdara MERI de ji bo diyaloga aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nîşan da, ragihand: “Em pêşwaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û me her dem ev sekn ji wan dîtiye.”
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser piştevaniya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di Dîdara MERI de ji bo diyaloga aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nîşan da, ragihand: “Em pêşwaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û me her dem ev sekn ji wan dîtiye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di Dîdara MERI de ragihand, Serok Barzanî bi xwe ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de eleqedar bûye û eger îro ENKS û PYD bixwazin werin ba hev û biaxivin, em amade ne bi her awayî alîkariyê bidin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, helwesta ku îro Mesrûr Barzanî nîşan da, cihê spasiyê ye.

Oso destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê her tim piştevanê diyaloga Kurdî-Kurdî bûye û got: “Serok Barzanî bi xwe piştgiriyeke germ kir û di bin serperiştiya wî de me karîbû du rêkeftinên Hewlêrê cîbicî bikira, lê mixabin PYD pabendî wan rêkeftinan nebû, piştî wê, di sala 2014an de tifaqa Duhokê, ew jî rêkeftineke gelek girîng bû, ji ber ku Kobanê di bin destê DAIŞê de bû û piştgiriyeke gelek mezin ji Serok Barzanî ji me re hat, ku divê hûn li hev bikin ji bo ku hûn Kobanê rizgar bikin û Pêşmergeyê Kurdistanê di Tirkiyê re şandin, da ku berevaniya Kobanê bikin heta Kobanê rizgar kirin.”

Silêman Oso diyar kir ku herî dawî di bin serperiştiya Amerîkayê de û bi garantoriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyaloga Kurdî-Kurdî çêbûn û got: “Me gavên baş avêtin, ENKS pabendî wê bû, me nêrînek siyasî ava kir, mixabin PYD pabendî rêkeftinê nebû.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê dibêje: “Em pêşwaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û me her dem ev sekn ji wan dîtiye. Herêma Kurdistanê her dem dibêje 'eger hûn lihev bikin, em piştgiriya we dikin', Serok Barzanî jî, Kak Nêçîrvan jî, Kak Mesrûr jî, helwesta ku îro Serok Mesrûr jî nîşan da, cihê spasiyê ye, em ê jî li gor hêviya wan bin.”