Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîka tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexda dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2ê Mijdara 2022an pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda dîplomasî û leşkerî ya pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî yên li Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser giringiya destnîşankirina karên pêşîne yên hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin. Her wiha li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê derfetek e ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dikare kar ji bo aştî û aramiyê li welat bike ku bandora wê li aramiya tevahiya navçeyê heye.

Her du alî tekez li ser giringiya peywendiyên hevseng ên Iraqê ligel welatên cîran û navçeyê kirin û hevnêrîn bûn ku derfeta hikûmeta nû ya Iraqê heye ku bi riya çêkirina jîngeheke guncaw, veberhênanan han bide û sermayadarên biyanî û sektora taybet bikişîne da ku beşdarî proseya geşepêdana welat bibin.

Pêwendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bû û her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina hevkarî û peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Balyoza Amerîka ronahî xiste li ser proseya çaksazî, yekxistina Pêşmerge, piştevanî û hevkariya welatê xwe ji bo serxistina wê proseyê nîşan da.

Pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û danûstandin û hewlên çareserkirina wan, giringiya çareserkirina pirsa neft û gazê ligel Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û giringiya kêmkirina aloziyan, guhertina keşhewayê, çaksaziyên aborî, rewşa navçeyê giştî û çend mijarên hevpar, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û Berpirsê Dîska Iraqê li Wezareta Derve ya Amerîkayê amade bûn.