Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 277 xwepêşander hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand, di nava 45 rojên xwepêşandanên Îranê de, herî kêm 277 xwepêşander hatin kuştin, ku ji wan 40 kes zarok û 24 kes jin in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand, di nava 45 rojên xwepêşandanên Îranê de, herî kêm 277 xwepêşander hatin kuştin, ku ji wan 40 kes zarok û 24 kes jin in.

Îro çarşemê 2ê Mijdarê, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li welatê Norwecê ye, ragihand: “Li 22 parêzgehan kuştî hene û piraniya wan li gor rêzbendê wisa ye: parêzgehên Sîstan, Belûcistan, Mazinderan, Tehran, Sine û Gîlan.”

Li gor raportê, ji wan 40 kesên ku hatine kuştin û temenên wan jêr 18 salî ne, 9 kes keç in.

Rêxistina ku di dema 45 rojên borî de bi awayekî berdewam amarên qurbaniyên xwepêşandanên Îranê belav dike, eşkere kir ku hejmara rastîn a kuştiyên xwepêşandanan, ji amarên belavkirî zêdetir e.

Herwiha malpera Hrana di raportekê de ragihandiye, di dema xwepêşandanan de 288 kes hatine kuştin, ku ji wan 48 kes zarok in.

Xwepêşandanên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî, rûbirûyî karvedana tund a hêzên ewlehiya Îranê bû, lê belê heta niha amarên bi hûrgilî yên li ser hejmara kuştî, birîndar û desteserkiriyan tune ye.

Serokê Dadgeha Parêzgeha Tehranê Elî Qasî roja 31ê Cotmehê, behsa destpêkirina lêpirsînê bo hezar kesên xwepêşandanên Tehranê kiribû.

Ji bilî wê amarê, desthilata dadwerî ya Îranê ragihand, di pêwendiya ligel xwepêşandanan de "25 lêpirsîn li parêzgeha Kirman, 89 li parêzgeha Simnan, 119 li parêzgeha Zencan, 105 li parêzgeha Xuzistan, 55 li parêzgeha Qezwîn, 110 li parêzgeha Sine û 201 li parêzgeha Elburz hatine vekirin".