Mesrûr Barzanî: Em li Herêma Kurdistanê ti car rê nadin teror û tirsandinê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel balyozên hejmarek welatan ên li Iraqê ku ji Balyoza Amerîkayê, Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê, Balyozê Îtalyayê û Balyozê Hindistanê pêk dihat, civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 2yê Mijdarê, ligel balyozên hejmarek welatan ên li Iraqê ku ji Balyoza Amerîkayê, Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê, Balyozê Îtalyayê û Balyozê Hindistanê pêk dihat, civiya.

Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û wan welatan û rewşa giştî ya Iraqê piştî destbikarkirina hikûmeta nû ya federal hat gotûbêjkirin.

Li ser pêwendiya ligel hikûmeta federal, Serokwezîr Mesrûr Barzabî diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê baştirîn pêwendî ye ligel hikûmeta federal û em hêvîdar in hikûmeta nû, di çarçoveya cîbicîkirina karnameya xwe de kar bike ji bo xizmetkirina welatiyan û pêkhateyên cuda yên Iraqê û li ser bingeha destûrê jî, kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, bi awayekî bingehîn çareser bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warê hemecûrekirina aborî û dîjîtalkirin û pêngavên ber bi hikumraniyeke elektronî de pêşkêş kir. Herwiha tekez kir ku em ti car li Herêma Kurdistanê rê nadin teror û tirsandinê.

Balyozên beşdarên civînê, amadebûn û xwesteka welatê xwe ji bo alîkarîkirin û pêşvebirina pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dubare kirin.