Îmamoglu: Stenbol dikare bibe navenda çareseriya kêşeyên civakî

Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê ji bo pêçana birînên bajarê Stenbolê yên dîrokî xebateke bi navê Serdema Antîk û Projeya 60 Deverên Nîvgirava Dîrokê da destpêkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê ji bo pêçana birînên bajarê Stenbolê yên dîrokî xebateke bi navê Serdema Antîk û Projeya 60 Deverên Nîvgirava Dîrokê da destpêkirin. Serokê Bajarê Mezin yê Şaredariya Stenbolê Îmamoglu ragihand, Stenbol dikare ji bo çareseriya kêşeyên civakî û aştiyê bibe navendek. 

Bajarê qedîm Stenbola ku mazûvaniya bi dehan neteweyan dike li ser erdê xwe û her kolanên xwe xwedî rengê çandeke ciyawaz e, di van demên dawîn de ji aliyê şaredariya Stenbolê ve hewl tê dayîn xirabeyên dîrokî û kelepora li ber têkçûnê ya vî bajarê dîrokî jinûve bê dirûstkirin û birînên wê bêne pêçan.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu derbarê 60 projeyên serdema antîk û nîvgirava dîrokî ya Stenbolê de, beşdarî pêşangehekê bû û li vê derê bo Kurdistan 24ê ragihand, Stenbol bajarekî qedîm e dikare bibe warê çareseriya kêşeyan û bibe alîkariya aştiya civakî. Ev qada Beyazidê jî ji bo danûstandinên civakî warekî hêja ye.

Ekrem Îmamoglu ji K24ê re ragihand: “Stenbol ji bo çareserkirina kêşeyên civakî, yên xwendekaran û bo parastina nirxên dîrokî yên li ber têkçûnê dikare bibe warê têkoşîn û dan û standinê. Gava ez hatim Stenbol yekem car hatim vê derê û ji nişka ve di binê wê dara çinarê de me xwe di nava danûstandinê de dît. Çanda hişmendiya wê rojê ya danûstandinan îro ez li vî bajarî kirim serokê şaredariyê. Loma ev qadeke guncaw û jêhatî ye bo çareseriya kêşeyên civakî, aştî û danûstandinan.“ 

Ji şûnwarnasan heta xwendekaran beşdarên pêşangeha serdema antîk û 60 deverên nîvgirava dîrokî ya Stenbolê bûn jî boçûnên xwe raber kirin û dan zanîn, ev bajar di ser siyasetê re ye rêveber divê guh bidin kêşeyên civakê û çareseriyan peyda bikin.

Şûnwarnas Dîlek Derman ji K24ê re diyar kir: “Bajarê Stenbolê di ser siyasetê re ye. Ger mirov xwe li vî bajarî cûda nekin û ji ber nasnameyên xwe hev sucdar nekin wê karibin bibînin ku gelek aliyên wan yên hevpar hene. Rêveberî ji bo civakê heye ne civak ji bo rêveberiyê.”

Xwendekar Fevzî Alp Biçak jî got: “Ez piştgiriya biryarên Îmamoglu dikim. Îro li welat yanî li Tirkiyê kes guhê xwe nade çareseriya kêşeyên ciwanan. Ji bo wê ez heta dawiyê piştgiriyê didim xebatên bi vî rengî.”

Her çiqas di warê lêçûnên aborî de rexneyên tund yên desthilatê hebin jî, Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê dixwaze bi pêngava restorekirin û ji nûve avakirina 60 xalên nîvgirava dîrokî ya Stenbolê û serdema antîk vî bajarî jinûve bike warê danûstandinê û navenda çareseriya kêşeyên civakî. Beyî ku destwêrdan di kelepora ol û nasnameyên cûda yên li vî bajarê qedîm de bêne kirin.