Li Tirkiye û Bakur bi milyonan mamosteyan bo rojekê dev ji kar berdan

Mamoste dibêjin eger şert û mercên wan neyên başkirin dê çalakiyên mezintir bikin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya damûdezgehên perwerdehiyê bi hezaran mamosteyan ji bo ku şert û mercên wan yên aborî bên başkirin û bi yasayan rastî cudageriyê neyên, bo rojekê dev ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Mamoste dibêjin eger şert û mercên wan neyên başkirin dê çalakiyên mezintir bikin.

Di parlementoya Tirkiyê de di meha Sibata 2022an de Yasaya Pîşeyî ya Mamosteyan hate qebûlkirin. Li gorî wê yasayê her mamosteyên ku 10 salên xwe temam kiribe dê bikeve ezmûnekê û eger ezmûnê derbas bike dê mûçeyê wan bê zêdekirin û statûya wan dê bê bilindkirin. Bi vê qanûnê mamoste di 3ê mehên betlaneyê de jî neçarî dikevin proseya perwerdehiyê û di 19ê Mijdarê de jî yekem ezmûna vê yasayê tê lidarxistin.

Lê belê ji bo ku ev ezmûn û yasaya heyî bê betalkirin li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya bi dehan komeleyên perwerdehiyê û partiyên siyasî bi milyonan mamosteyan ji bo rojekê dev ji kar berdan. Mamosteyên ku neçûne dibistanan li qadan bang li hkûmetê kirin ku daxwazên wan bêne cîbicîkirin.

Seroka Komeleya EGITIM –SENê Prof. Dr. Nacla Kurul ji K24ê re diyar kir: “Ev çalakiya me di heman demê de hişyariyek e ji bo hikûmetê. Eger ev yasaya heyî û ezmûn neyê betalkirin em ê dest bi grevên mezintir bikin. Bi yasaya heyî mamoste tên bêqedirkirin û mûçeyê ku mamoste bikaribe pê debara xwe bike nayê dayîn. Bi vê yasayê cudagerî dikeva navbera mamosteyan. Em dibêjin bila ev yasaya pîşeyî ya mamosteyan demildest bê betalkirin.

Li qada çalakiyê yek jî daxwaza sereke vekirina qadroyan bo mamosteyên Kurdî bû.

Mamoste Îhsan Kandemîr ji K24ê re diyar kir: “Daxwaza me ji bo zêdekirina kadroyên Kurdî heye. Kadro ji xwe pir hindik didin. Nêzî gereke bi hezaran kadro bidin lê deh kadro bîst kadro encax didin. Ev jî têr nake.”

Parlamenterên HDPê yên ku ji bo pêştevaniyê li qadê bûn jî dan zanîn ku deshilata heyî ne ji bo zimanê Kurdî ne jî bo mamosteyê Kurdî tu plansazî nîne

Parlamenterê HDPê Mehmet Rustu Tîryakî diyar kir: “Ne zimanê Kurdî ne jî mamosteyên Kurdî di rojeva parlementoyê de di rojeva AKPê de nîne. Salê 20 hezar mamoste tên girtin lê ji wan 20 hezar mamosteyan hinek sal hene 1 mamosteyeke zimanê Kurdî nayê girtin. Bi milyonan zarokên Kurd hene lazime bi zimanê zikmakî perwerde bibine lê belê hikûmet û akp vê yekê qebûl nake.”

14 komeleyên mamsosteyan ji bo ku nêzî 2 milyon mamosteyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heman mûçeyê bistînin û vekhev bên dîtin li qadan çalakî pêk anîn. Û mamosteyên Kurdî jî bang dikin ku ji bo bi hezaran mamsoteyên Kurdî kadro bê vekirin.