Du keçên Êzidî ji Kampa Holê hatin rizgarkirin

Du keçên Kurdên Êzidî ku xwişkên hev in û ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, ji Kampa Holê ya li Hesekê hatin rizgarkirin.

Hewlêr (K24) – Du keçên Kurdên Êzidî ku xwişkên hev in û ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, ji Kampa Holê ya li Hesekê hatin rizgarkirin.

Îro Çarşemê 2yê Mijdara 2022yan du keçên Êzidî ku li Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê girtî bûn, hatine rizgarkirin.

Navê yek ji wan xwişkên ku hatine rizgarkirin Aliye Xelef Xidir e, di sala 2012an de li gundê Solax a Şingalê ji dayîk bûye 10 salî ye, ya din jî Nîdal Xelef Xidir e, ew jî di sala 2009an de li gundê Solaxê ji dayik bûye û 13 salî ye.

Ew herdu xwişk roja 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin.