Li Îzmîrê erdhej rûda

Li navçeya Buca ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê bi hêza 4,9 pile erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Buca ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê bi hêza 4,9 pile erdhej rûda.

Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand; li navçeya Buca ya ser bi parêzgeha Îzmîrê bi hêza 4,9 pile, erdhej rûda.

Li gor agahiyên li ser malpera AFADê, erdhej di demjimêr 03:29 xulekan de û 14,47 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku ji ber erdhejê li taxa Kubîlay a ser bi navçeya Konak, minareya mizgeftekê hilweşiya û li bajêr piştî erdhejê li hinek deveran elektrîk qut bû.