Wezareta Derve ya Îranê bersiva tometên Ukraynayê dide

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Nasir Kenanî bersiva tometên Ukraynayê yên li ser bikaranîna dronên Îranî di şerê Ukraynayê de da û ev yek weke bêbingeh bi nav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Nasir Kenanî bersiva tometên Ukraynayê yên li ser bikaranîna dronên Îranî di şerê Ukraynayê de da û ev yek weke bêbingeh bi nav kir.

Nasir Kenanî ragihand, li şûna dirustkirina tometan bo Komara Îslamî ya Îranê, rayedarên Ukranî dikarin bersiva pêşniyarên me yên li ser civîna dualî ji bo îsbatkirina tometan bidin.

Kenanî hewlên dîplomatîk ên Îranê ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane bo qeyrana Ukraynayê eşkere kir û red kir ku Tehranê çek û firoke bo Rûsyayê şandibe.

Herwiha eşkere kir ku ji bo rawestandina şer li Ukraynayê, Îran amade ye alîkar be.

Beriya niha Serokê Ukraynayê ragihandibû, Rûsya 400 dronên Îranî li Ukraynayê bi kar aniye.

Artêşa Ukraynayê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye, di dema borî de 223 firokeyên bêfirokevan ên Îranê xistine xwarê.

Ji 24ê Sibata borî ve, bi ferma Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hatiye kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatine kuştin û bi milyonan Ukraynî jî ber bi welatên Ewrûpayê aware bûne.