Joe Biden: Em ê Îranê azad bikin

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîneke alîgirên xwe de ragihand: “Em ê Îranê azad bikin”.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîneke alîgirên xwe de ragihand: “Em ê Îranê azad bikin”. Biden di demekê de ev axaftin kir ku alîgirên wî derbarê rewşa Îranê de daxwaz ji wî kirin helwesta xwe nîşan bide.

Joe Biden li eyaleta New Mexico di çarçoveya kampanyayên bo hilbijartinên Amerîkayê de, dema beşek ji alîgirên Biden telefonên di destê xwe de bilind kiribûn ku li ser nivîsa Free Iran ango Îrana Azad hatibû nivîsandin, got: “Xem nekin, em ê Îranê azad bikin. Ew ê di demeke nêz de xwe rizgar bikin.”

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ya ji bajarê Seqizê bû, roja 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi tometa binpêkirina serpoşiyê hatibû desteserkirin û roja 16ê Cotmehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Xwepêşandanên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî, rûbirûyî karvedana tund a hêzên ewlehiya Îranê bû û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye, di nava 45 rojên xwepêşandanên Îranê de, herî kêm 277 xwepêşander hatin kuştin, ku ji wan 40 kes zarok û 24 kes jin in.