NY: Di nava 10 salên borî de nêzîkî hezar rojnamevan hatine kuştin

Komîsyarê nû yê Neteweyên Yekgirtî bo Mafên Mirovan Volker Turk ragihand, li seranserê cîhanê di nava 10 salên borî de 958 rojnamevan hatine kuştin.

Hewlêr (K24) – Komîsyarê nû yê Neteweyên Yekgirtî bo Mafên Mirovan Volker Turk ragihand, li seranserê cîhanê di nava 10 salên borî de 958 rojnamevan hatine kuştin.

Roja Înê 4ê Mijdara 2022yan, Volker Turk li Viyenayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di nava 10 salên borî de 958 rojnamevan hatine kuştin û herwiha di nava wê demê de zêdetirî 1000 rojnamevan hatine zindanîkirin û got: “Ev yek nayê qebûlkirin.”

Wezareta Derve ya Nemsayê (Awusturya) bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî ahenga 10 saliya karê Neteweyên Yekgirtî yê li ser parastina silametiya rojnamevanan saz kir.

Komîsyarê nû yê Neteweyên Yekgirtî bo Mafên Mirovan Volker Turk got: “Li nêzîkî 50 welatan, rêkarên pêwîst hatine pêkanîn ji bo parastina giyanê rojnamevanan.”