Wezîrê Derve yê Îranê: Me dron dane Rûsyayê

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahyan eşkere kir, welatê wî dron dane Rûsyayê, lê belê ew dron “çend meh beriya şerê Ukraynayê” dane.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahyan eşkere kir, welatê wî dron dane Rûsyayê, lê belê ew dron “çend meh beriya şerê Ukraynayê” dane.

Li gor ajansa BBC, Wezîrê Derve yê Îranê ragihandiye, bi mebesta bikaranîna di şerê Ukraynayê de, mûşek nedane artêşa Rûsyayê.

Heta niha eşkere nîne ku Komara Îslamî ya Îranê çend dron dane Rûsyayê.

Di meha borî de hejmarek welatên rojava tekez kirin ku Îran dron û mûşek dane Rûsyayê.

Wezîrê Derve yê Îranê du hefte berê ragihandibû, hikûmeta wê "ti cûre çek" bi mebesta bikaranîna di şerê Ukraynayê de nedaye Rûsyayê.

Herwiha dibêje, beriya şerê Ukraynayê, me hejmareke sînordar dron daye Rûsyayê û eger derkeve holê ku di şer de hatiye bikaranîn, bêhelwest nabin.