HSDê 7 endamên DAIŞê li Dêrazorê desteser kirin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, şaneyeke terorîstan li Dêrezorê bêbandor kir.

Navenda ragihandinê ya (HSD) îro Şemiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di oparasyoneke ewlehiyê de hêzên komando yên ser bi HSDê ve di 7 endamên DAIŞê li bajarokê El-Izba li gundewarê Dêrazorê desteser kirin.

Navenda ragihandina HSDê da zanîn, oparasyona ewlehî bi beşdariya hêzên asayîşê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hatiye kirin û hejmarek çek, telefon û belge desteser kirin.

Piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojavayê Dêrazorê di Adara 2019an de, HSDê ragihand, tevî ku ciyografiyek diyar di destê DAIŞê de nema jî, lê operasyonên wan bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dê li dijî şaneyên DAIŞê berdewam bin.