Iraq 50 çekdarên DAIŞê ji zîndanên HSDê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 50 çekdarên DAIŞê yên Iraqî yên ku di zîndanên wê de girtî bûn, radestî Iraqê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, HSD duhî 50 endamên DAIŞê yên Iraqî ku di zindaneke wê de girtî bûn, radestî Rêveberiya Îstixbarat û Dijeterora Iraq kirin.

Da zanîn jî, proseya radestkirinê di rêya deriyê sînorî yê El-Welîd a li parêzgeha Neynewayê re hate kirin.

Bi sedan girtiyên DAIŞê yên Îraqî Di girtîgehên HSD'ê de hene. Di salên borî de, Iraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi dehan ji wan girtiyan di çarçoveya bernameyeke ewlekarî de wergirtin.

Pêştir jî berpirsekî ewlekarî yê Îraqî piştrast kir ku "Iraq hewl dide hemû girtîyên DAIŞê yên Îraqî vegerîne, wan li girtîgehên welat belav bike û paşê wan pêşkêşî dadgehên şareza bike û cezayên li dijî wan derbixe.

Wî berpirsê Iraqî gotibû jî: “Vegerandina van terorîstan dê bibe alîkar ji bo nehîştina metirsiya wan li ser welat, ji ber ku dê rê li ber revîna wan ji zindanên HSD û derbasbûna wan bo nav Iraqê, bigire.”

DAIŞê di 20ê Çileya 2021ê de êrîşî ser zindana Giwêran a li Hesekê kiribû û li gor çavdêran jî, hejmarek ji çekdaran ji zîndanê reviyan û derbasî nava Iraqê bûn.