Baroyên Bakurê Kurdistanê banga çareserkirina pirsa Kurd dikin

Diyarbekir (K24) – Baroyên Bakurê Kurdistanê li Agiriyê civînêk li darxist û encamnameya civînê ji raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de bang hate kirin ku pirsa Kurd, pirsek girîng a Tirkiyê û divê demildest were çareserkirin.

15 Baroyên Bakurê Kurdistanê di 4ê Mijdarê de li Agiriyê ji bo çareseriya pirsên civakî, hiquqî û pîşeyî civînek li dar xist.

Di encama civînê de jî duhî êvarê jî encamnameyek ji raya giştî re hat parvekirin. Di encamnameyê de bal hate kişandin ku Pirsa Kurd wek pirsek girîng a Tirkiyeyê hatiye pênasekirin û hat amajekirin ku çaresernebûna pirsa Kurd, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê ye.

Di encamnameyê de bang hate kirin ku Pirsa Kurd bi polîtîkayên ewlekariyê û bi tund û tujiyê çareser nabe, divê bingeha welatîbûna wekhev de û bi aştiyê were çareserkirin û divê lihevkirine ku her alî tê de beşdar be pêk were.

Di encamnameyê de bang hate kirin ku hêmanên herî xurt ên demokrasiyê, partiyên siyasî ne û HDP jî tê de divê di dozên girtina partiyan de biryara redkirinê were dayîn.

Di encamnameyê de behsa Jîna Emînî, tund û tujiya ser jinan, binçavkirina Seroka Jura Yekîtiya Bijişkên Tirk Şebnem Korur Fîncanci, êrîşên ser parêzeran û yasaya parêzeriyê û Yasaya Medyaya Civakî jî hat kirin.

Baroyên beşdarî civînê bûne: Baroya Diyarbekir, Baroya Semsûr, Baroya  Agirî, Baroya Batmanê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdînê, Baroya Sêrtê, Baroya Ruhayê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê, Baroya Mûşê.