6 sivîl di êrîşên rêjîma Sûriyê li ser kampên Idlibê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand, 6 sivîl ku di nav wan de 2 zarok hene, di encama êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê li ser 5 kampên koçberan ên li bakurê rojavayê Sûriyê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov belav kir, hêzên rêjîmê 19 deverên li gundewarê Idlibê, rojavayê Heleb û Hemayê, ligel 5 kamp li rojavayê bajarê Idlibê topbaran û mûşekbaran kirin.

Diyar kir jî, di encama êrîşan de 6 kes hatin kuştin, di nav wan de jinek û 2 zarok hebûn û 75 sivîl birîndar bûn ku piraniya wan li kampên Maram, Weten, Wadî Hac Xalid, Kampa Westgeha Avê ya Kefir Ruhîn, Kampa Gundê Morînê û Kampa Baîbê yên li rojavayê bajarê Idlibê ne.

Destnîşan kir jî, Firokeyên şer ên Rûsyayê 4 caran daristaneke li rojavayê bajarê Idlibê bombebaran kirin, lê derbarê ziyanên wê êrîşê de, ti agahî nehatine bidestxistin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ev êrîş piştî wê yekê tê, duhî pênc endamên hêzên rêjîmê di bombebaraneke Heyet Tehrîr el-Şam de li başûrê rojavayê Idlibê hatin kuştin.

Heyet Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusra ya berê) û komên din ên opozisyonê nêzîkî nîvê Idlibê û deverên li sînorê parêzgehên Hema, Heleb û Laziqiyê kontrol dikin ku li herêmê dora sê milyon kesan lê dijîn ku dora nîvê wan koçberên navxweyî ne.

Tevî ku ji Adara 2020an agirbest bi navbênkariya Rûsyayê li wê deverê hatiye ragihandin, lê hîn ew dever ji aliyê hemû aliyan ve topbarankirin û hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsî jî êrîşên asmanî pêk tînin.

Kampeke Idlibê
Kampeke Idlibê