Şervanekî HSDê li Qamişlo di êrîşeke Tirkiyê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandin ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro Duşemê piştrast kir, şervanekî wê duhî di êrîşa artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Duhî danê êvarê otomobîlek li ser rêya Hîzama Başûr a bajarê Qamişlo li nêzîkî dibistana Saedê hatibû teqandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin ya HSDê, droneke Tirkiyê duhî danê êvarê otomobîla şervanê HSDê Mîtan Şoreş li bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de ew hatiye kuştin.

Diyar kir jî, du welatiyên sivîl ku di heman otomobîlê de bûn, birîndar bûne.

Li gorî daneyên Navenda Ragihandinê ya HSDê, Tirkiyê îsal 88 caran êrîşên bi riya dronan pêk anîne.