Di xwepêşandanên Îranê de 61 welatiyên Kurd hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan “Hengaw” ragihand, di xwepêşandanên 50 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 61 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û 5 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Rêxistina Hengaw ragihand: “Di 50 rojên borî de li 38 bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatine kirin û ji wan 61 kesan, 51 kes bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê canê xwe ji dest dane.”

Li gorî agahiyên Hangaw, 10 welatiyên Kurd jî ji ber eşkence û gaza rondikrêj canê xwe ji dest dane. Ji wan 61 welatiyên Kurd, 53 kes li Rojhilatê Kurdistanê û 8 jî li bajarên din ên Îranê canê xwe ji dest dane.

Ji 16ê Îlonê ve li bajar û bajarokên Îranê yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî tên kirin.

Xwepêşandeke Tehranê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 304 kes hatine kuştin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî, di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de, zêdetirî 304 kesan li Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, raportek taybet derbarê qurbaniyên xwepêşandanên Îranê de belav kir û ragihand, “Zêdetirî 50 roj in ji koma 31 ​​parêzgehên Îranî, xwepêşandan li 22 parêzgehan berdewam in.”

Li gorî wê raporê, li Sîstan-Belûçistanê 118, li Mazenderanê 33, li Tehranê 30, li Sineyê 26, li Gîlanê 22, li Urmiyê 21, li Kirmaşanê 13 û li Elborzê 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Diyar kir jî, Ji koma 304an kesên canê xwe ji dest dane, 41 kes temenê wan di bin 18 saliyê re ne, her wiha di nava wan de jî 24 jin hene.