Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî beyannameyek red kir

Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî ji hikûmeta Îranê daxwazê dike, bi awayekî aştiyane ligel xwepêşander û nerazîbûnan tevbigere.

Silêmanî (K24) - Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî ji hikûmeta Îranê daxwazê dike, bi awayekî aştiyane ligel xwepêşander û nerazîbûnan tevbigere, herwiha tekez dike ku "bikaranîna tundûtûjiyê ji tawanên mezin e".

Ofîsa Ragihandinê ya Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku "her cûre tundûtûjî û destdirêjiyek li ser can û mal û saman û namûsa xwepêşanderan şermezar dikin û tekez dikin ku parastina prensîpên giştî, ji mebestên herî girîng ên şerîeta birûmet e".

Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî di daxuyaniya xwe de wê beyannameyê red dike ku bi navê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî hatiye belavkirin û dibêje ku "ew beyanname sexte" ku bi navê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî hatiye belavkirin û tê de hatiye gotin, "Yekîtî çavdêrî û lipeyçûnê ji bo wan bûyeran dike ku niha li Komara Îslamî ya Îranê diqewimin, herwiha nerazîbûna xwe nîşan dide li ser destdirêjiya ser endamên asayîşê û karmendên dewletê, tekez jî dike ku mafê Komara Îslamî heye ku berevaniya xwe bike..".

Herwiha hat eşkerekirin: “Yekîtî rijd e ku mafê nîşandana fikr û ramana xwe ji bo welatiyan ji aliyê şerîetê ve mafekî parastî ye û divê rêz lê were girtin û keşûhewayeke guncaw jê re were pêkanîn. Di heman demê de nabe xwepêşandanê bikin hincetek ji bo dijminkarî û destdirêjkirina ser can û malan.”

Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî eşkere dike ku ew nerazîbûna xwe li hemû karên tundûtûjiyê yên Îranê nîşan didin û şermezar dikin, di heman demê de ji xwepêşanderan jî daxwaz kiriye, pabendî şêwaza aştiyane bibin û mal û milkên giştî û taybet biparêzin.