Çavdêrên siyasî yên Kurd serdana AK Partiyê bo HDPê çawa dinirxînin?

Şîrovekarên siyasî û mafnasên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin; ekseriyeta kurdan dengên xwe didin her du partiyan û hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi erênî dinirxînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Enqereyê ji beriya çend rojekê şandeyekê ji AK Partiyê serdana HDPê kir û pêşniyara guhertina hin xalên Destûra Bingehîn pêşkêşî HDPê kir. Serdana AK Partiyê bo HDPê di nava raya giştî de hat nîqaşkirin. Ji ber siyaseta herdu aliyan ya li dijî hev, ew hatin rexnekirin. Şîrovekarên siyasî û mafnasên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin; ekseriyeta kurdan dengên xwe didin her du partiyan û hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi erênî dinirxînin.

Di navbera 2013 û 2015an de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevdîtin dikirin. Lê bi têkçûna proseya çareseriyê re herdu aliyan hevdû bi têkbirina proseyê tometbar kirin û dest ji hevdîtinan berdan. Piştî demeke dirêj, 2yê Mijdarê şandeyeke ji AK Partiyê bi serokatiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li parlementoyê serdana HDPê kir. Çavdêrên siyasî yên kurd dibêjin; her çiqas AK Partî di siyaseta xwe de nakok be jî ev hevdîtin ji bo çarserkirina pirsgirêkan gaveke erênî ye.

Çavdêrê Siyasî Muhammed Ata Yuksel ji K24ê re diyar kir: “Li gorî rewşa siyasetê helwesta xwe diguherîne. Îro rewşa siyaseta AK Partiyê rewşeke erênî dixwaze lewma diçe ber deriye HDPê. Ez vê serdana wekî gaveke erênî dinrixînim. Lê belê ev yek hêviyeke mezin jî nade min. Em dizanin AK Partiya niha pêwîstiya wê bi vê yekê heye. Sibe pêwîstiya wê pê nebe dê dîsa van hevdîtinan bi dawî bîne.”

Li gorî encamên hilbijartinan, kurd herî zêde dengên xwe didin AK Partî û HDPê. Çavdêrên siyasî dibêjin; her çiqas di vê demê de siyaseta her du aliyan li dijî hev be jî hêviya civaka kurd ew e ku wekî di proseya aşitiyê de herdu alî dîsa rûnin ser maseyê guftûgoyê.

Mafnas û Şîrovekarê Siyasî Sidqî Zîlan ji K24ê re ragihand: “Her guhertinek ji bo her kesê fersendan jî tîne. Her roj, her dem ji bo me hemiyan fersendeke nû ye. Heger ev fersend baş werin bikaranîn dibe ku AK Partî jî HDP jî ji vê yekê sûdê werbigirin.”

Di pêvajoya hilbijartinên 2023an de partiyên siyasî ji bo bidestxistina desthilatdariyê stratejiyên nû diyar dikin. Şîrovekarên siyasî yên kurd dibêjin;  di proseya aşitiyê de stratejiya çareserkirina pirsgirêka kurd bi AK Partî û HDPê da qezençkirin û heger ku dîsa bi hev re rûnin dê ev yek di berjewendiyên herdu partiyan de be.