Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike
Hewlêr (K24) – Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê bi boneya sazkirina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî kir.
Desteya Bidûvçûn û Çavdêriyê ya Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê îro 7ê Mijdara 2022yan bi peyamekê, bi boneya sazkirina Kongreya 14emîn a PDKê pîrozbahî li Serok Barzanî kir.
Di peyama Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê de hatiye diyarkirin: “Birêz Cenabê Serok Mesûd Barzanî em bi navê Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê pîrozbahiyên herî germ bi boneya serketina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bi boneya hilbijartina we wek Serokê PDKê û lêvegerê neteweya me, pêşkêş dikin.”
Herwiha Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê hêviya xwe aniye ziman ku şîret û encamên kongreyê di xizmeta gelê Kurd de bin.