Li Bexdayê welatiyekî Amerîkî hat kuştin

Jêderekî ewlehiyê ragihand, li Bexdayê welatiyekî Amerîkî ku li rêxistineke hawarçûnê kar dikir, hat kuştin.
Wêneya welatiyê Amerîkî ku li Bexdayê hat kuştin
Wêneya welatiyê Amerîkî ku li Bexdayê hat kuştin

Hewlêr (K24) – Jêderekî ewlehiyê ragihand, li Bexdayê welatiyekî Amerîkî ku li rêxistineke hawarçûnê kar dikir, hat kuştin.

Îro Duşemê 7ê Mijdara 2022yan, jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell ku 45 salî ye, li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê hatiye kuştin.

Heman jêder eşkere kir, termê welatiyê Amerîkî bo nexweşxaneyê hatiye gihandin û li gor raporta bijîşkî, di encama teqelêkirinê de hatiye kuştin.

Herwiha diyar kir ku welatiyê Amerîkî li rêxistineke hawarçûnê ya li Iraqê kar dikir.