Serokwezîrê nû yê Swêdê ji bo endamtiya NATOyê li Enqerê ye

Proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê berdewam e. Fînlanda û Swêd çaverê ne ku Tirkiye û Hengarya jî wek 28 endamên din yên NATOyê di parlamentoyên xwe de endamtiya wan pesend bikin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê berdewam e. Fînlanda û Swêd çaverê ne ku Tirkiye û Hengarya jî wek 28 endamên din yên NATOyê di parlamentoyên xwe de endamtiya wan pesend bikin. Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson ji bo danûstandinên li ser vê babetê, îro li Tirkiyê ye.

Tirkiye ligel nermkirina zimanê xwe, dijayetiya bo endamtiya Swêd û Fînlanda ya NATOyê didomîne. Fînlanda û Swêdê hin madeyên rêkeftina sêalî ya bi Tirkiyê bicih anîn. Lê Tirkiye dibêje ew liser radestkirina hin endamên PKK, YPG û rêxistina Fethullah Gulen çaverêyî pêngavên zêdetir in.

Piştî seredana Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hefteya borî, vê hefteyê jî Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson li Tirkiyê ye. Kristersson roja sêşemê ligel Serokomarê Tirkiyê liser heman babetê û pêwendiyên dualî dicive. Beriya hatina Kristersson, Wezîrê Derve yê hikûmeta wî, daxuyaniyên nerênî derbarê YPGê de belav kirin. Li gorî şarezayên babetê hin daxwazên Tirkiyê neyên bicihanîn jî, Tirkiye dê li hemberî hikûmeta nû ya Swêdê helwestek nermtir nîşan bide.

Şarezayê Ewlehiyê Guray Alpar ji K14ê re diyar kir: “Swêdê derbarê daxwazên Tirkiyê da pêngavên mezin avêtin. Niha em dibînin ku hikûmeta nû ya partiya mihafezekar, di derbarê YPGê da daxuyaniyên liser dilê Tirkiyê jî belav dike. Bi ya min Tirkiye jî bo bersiva van pêngavên erênî dereng namîne.”

Li gorî nêrîneke din jî Tirkiye dawiya dawiyê pêwîst e astengiya li ser berfirehbûna NATOyê rake. Lê ji ber ku “yaseya terorê” ya Swêdê piştî sersalê bicih dibe, eger heye heta sersalê danûstandin bidomîn. 

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Huseyin Bagci ji K14ê re eşkere kir: “Civîna Erdogan û Kristersson bi ya min dê bi teklîfên nû û mezin yên Swêdê derbas bibe. Di presskonferansa dualî de jî emê karvedanên vê bibînin. Bi egerek mezin Tirkiye wek diyariyek sersalê endamtiya wan 2 dewletan erê bike.”

Ji bilî Tirkiyê hêj Hengaryayê jî li parlementoya xwe endamtiya Swêd û Fînlanda pesend nekiriye û biryar e nîveka meha pêşîn pesend bike. Li gorî şarezayan liser derketina biryarê ji parlementoya Tirkiyê, dê danûstandinên Enqere û Waşîngtonê yên F-16an jî bibandor bin.

Hefteya pêşîn di Lûtkeya G20an da çaverê tê kirin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden hev du bibînin. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ligel kêşeya firotina F-16an, endamtiya Swêd û Fînland bo NATOyê jî dê di rojeva Erdogan û Biden de be.