Berdevka Koşka Spî: Welatiyekî me li Iraqê hat kuştin

Welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell ku 45 salî ye, li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê hat kuştin.
Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre
Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî kuştina welatiyekî Amerîkî li Iraqê piştrast kir.

Îro Duşemê 7ê Mijdara 2022yan, jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell ku 45 salî ye, li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê hatiye kuştin.

Li ser vê mijarê, Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand, îro welatiyekî Amerîkî li Bexdayê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Karine Jean-Pierre diyar kir, "em ligel tîmên xwe yên li Bexdayê diaxivin".

Beriya niha jêderê ewlehiyê yê Iraqê eşkere kiribû, termê welatiyê Amerîkî bo nexweşxaneyê hatiye gihandin û li gor raporta bijîşkî, di encama teqelêkirinê de hatiye kuştin.

Herwiha diyar kiribû ku welatiyê Amerîkî li rêxistineke hawarçûnê ya li Iraqê kar dikir.