Li Bexdayê efserekî Kanadayê canê xwe ji dest da

Wezareta Berevanî ya Kanadayê ragihand, efserekî hêzên Kanadayê yê bi navê Eric Cheung îro li Bexdayê canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Kanadayê ragihand, efserekî hêzên Kanadayê yê bi navê Eric Cheung îro li Bexdayê canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Berevanî ya Kanadayê eşkere kiriye, ew efser li derveyî çarçoveya erkê xwe canê xwe ji dest daye. Ev jî tê wê wateyê ku mirina vî efserî pêwendiya wî bi bûyera çekdarî ya îro tune ye, ku li Bexdayê welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell hat kuştin.

Wezareta Berevanî ya Kanadayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: “Endamekî Hêzên Çekdar ên Kanadî, kaptan Eric Cheung, roja Şemiyê di bin şert û mercên ne-peywendîdar de li Bexda, Iraq, jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîn derbarê rewşên vê bûyerê de niha berdewam e û heta lêkolîn temam nebe ti zanyariyên zêdetir nayên dayîn.”

Eric Cheung efserê operasyonan yê ser bi hêzên Kanadayê bûye, li baregeha Fermandariya "Lîwaya Kanadî ya 38" kar kiriye.

Herwiha li Bexdayê wek Berpirsê Cîbicîkar ê Rêveberiya Pêwendiyên Stratejîk di çarçoveya Fermandariya Hêzên Erkên Hevbeş de xebitiye.