Rêxistina Bijîşkên Bêsînor: Li Kampa Holê tundî zêde bûye

Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hişyariya zêdebûna tundiyê li Kampa Holê da ku li Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, ku bi deh hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê tê de niştecîkirî ne.

Hewlêr (K24) - Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hişyariya zêdebûna tundiyê li Kampa Holê da ku li Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, ku bi deh hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê tê de niştecîkirî ne.

Rêxistinê diyar kiriye, welatên ku welatiyên wan di kampê de ne, berpirsyariya xwe ya parastina welatiyên xwe bi cih naynin.

Herwiha rêxistinê destnîşan kiriye ku wan ferq kiriye dubare binpêkirinên mafên mirovan û şêweyên tundûtûjîyê dîtine. Siyaseta dij-terorîzmê bi hezaran sivîlên li kampê dorpêç kirine, yên ku wek girtî û tahlûkeya bêdawî tên binavkirin.

Di berdewamiyê de Rêxistina Bijîşkên Bêsînor dibêje ku tevî kuştinên li kampê, tundûtûjî çerxa jiyana rojane teng kiriye û niştecihan ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar kiriye.

Di çend hefteyên borî de, hejmarek ji welatên rojava hejmarek ji welatiyên xwe vegerandin.

Rêxistinê di raporta xwe de eşkere kiriye, ew welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne, bi pêşengiya Amerîkayê, hîn hejmarek welatiyên wan li kamp û baregehên leşkerî ne û ew welat ji wergirtina berpirsyariya xwe li hember welatiyên xwe, şikest anîne.