Demîrtaş derbarê serdana AK Partiyê bo HDPê de helwesta opozîsyonê rexne kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, di nivîsa xwe ya Arti Gerçekê de, serdana AK Partiyê bo HDPê nirxand û bersiva rexneyên opozîsyona Tirkiyê da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, di nivîsa xwe ya Arti Gerçekê de, serdana AK Partiyê bo HDPê nirxand û bersiva rexneyên opozîsyona Tirkiyê da.

Selahattin Demirtaş di nivîsa xwe de rexne li helwesta opozîsyonê digre û dibêje: “Her kesî îş û karê xwe berdaye û li ser wêneya HDP-AKPê nîqaşên spekulatîf dikin. Ma dê çi bûya! Ji bo dilê opozîsyona ku dibêje 'li maseya ku HDP heye, em ti car rûnanên' û ji bo opozîsyona ku danûstandina bi HDPê re weke kêmasî dibîne û li ser helwesta xwe ya dijî demokrasiyê rijd e, ma HDP bila dest ji siyaseta xwe berde?”

Demirtaş dibêje: “Ti kes nikare HDPê tune bihesibîne ku tevî hemû zext, zilm û siyasetên çewisandinê, li ser piya maye.”

Herwiha eşkere dike, HDP ji bo diyalogê amade ye û dibêje: “Kesên ku naxwazin vê yekê bibînin, dê li hember encamên ku derkevin holê, berpirsyar bin.”

Li Enqereyê ji beriya çend rojan şandeyekê ji AK Partiyê serdana HDPê kiribû û pêşniyara guhertina hin xalên Destûra Bingehîn a Tirkiyê pêşkêşî HDPê kiribû.