Li ser sînorê Iraq û Sûriyê 14 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke tankerên sotemeniyê li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê firokeyên nenas ve hat armanckirin û 14 kes hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Karwaneke tankerên sotemeniyê li bajarê Bûkemal ê Sûriyê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê  ji aliyê firokeyeke nenas ve hat bombebarankirin.

Rewangehê diyar kir, di encama bombebaranê de, 14 kes hatin kuştin ku piraniya wan çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve ne. Hejmarek kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Çalakvanan li tora civakî belav kirin, karwaneke tenkerên ku mazot bar kiribûn ji Îranê ber bi Lubnanê ve diçû, li ser sînorê Iraq – Sûriyê ji aliyê firokeyên bêfirokvan ên Amerîkî ve hatin bombebarankirin.