Li ser erkê Mesrûr Barzanî termê Beşar Fayiq bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, termê xwendekarekî Kurd ê ku li Îranê bi kêran hatibû kuştin, bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihandin, îro danê sibê 9ê Mijdara 2022an, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî termê xwendekarê Kurd Beşar Fayîq ê ku li Ehwaza Îranê bi kêran hatibû kuştin, bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.

Diyar kir jî, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, Şêwirmendê Serokwezîr Dr. Karzan û Rêveberê Giştî yê Wezareta Xwendina Bilind Dr. Yasîn Salih hate pêşwazîkirin li deriyê bajarê Hewlêrê pêşwazî li termê Beşar Fayîq kir û ber bi navçeya Berderaşî ya parêzgeha Duhokê bi rê kirin.

Ciwanê Kurd ê Başûrê Kurdistanê Beşar Fayiq Bergareyî ku xwendekarê zanîngeha Şapûr a bajarê Ehwazê ya Îranê bû, şeva 4ê Mijdarê rojan rastî êrişeke bi kêran hatibû û bi giranî birîndar bûbû, duhî li nexweşxaneyeke Ehwazê canê xwe ji dest da.