Zaxarova: Em ji bo gotûbêja ligel Ukraynayê amade ne

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, ew amade ne ligel Ukraynayê gotûbêjê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, ew amade ne ji bo bûyerên niha diqewimin, ligel Ukraynayê gotûbêjê bikin.

Mariya Zaxarova diyar kir, ti pêşketinek di pişka Rûsyayê ya di rêkeftina danûdexlê de tune ye, li gor rastiya niha, ew amade ne ligel Ukraynayê gotûbêjê bikin.

Zaxarova got, beşeke mezin a wan çekên ji bo Ukraynayê têne şandin, dikevin destê terorîstan.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got: “Rojava xurekê wek karta guvaşê bi kar tîne.”

Ji 24ê Sibata borî ve, bi ferma Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hatiye kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatine kuştin û bi milyonan Ukraynî jî ber bi welatên Ewrûpayê aware bûne.

Meha Tîrmeha borî, Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftinek îmze kirin, ku armanca wê, hêsankirina gihiştina dexlûdanên Ukraynayê bo bazarên cîhanê, da ku ew rêkeftin, qeyrana xurekê çareser bike.