Tirkiye û grûpên çekdaran 15 gundên Til Temir topbaran kirin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, şeva borî gundên Til Temirê topan kirin, di encamê de jî welatiyek birîndar bûye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve şeva borî gundên Tewîla, Til Tewîl, Til Cuma, rojavayê Tel Temer, Derdara, El-Ebûş, Mesleta, gundê Şêx Elî, gundê Tel Şenan ê Aşûrî, Xirbet El-Şeîr, Til El-Ward, Um El-Kêf, Kozliyê, Qebor Qeracinê, başûrê navçeya Ebû Rasîn, El- Bûbî û gundê El-Himêra dan ber topan.

Diyar kir jî, di encama topbarana gundê El-Himêra de welatiyekî 65 salî birîndar bû û ziyanên madî gihîştine hejmarek xanî, mal û milkên welatiyan.

Rewangehê da zanîn jî, topxaneya Tirkiyê navenda fermandariya hêzên “Parêzvanên Sînor” a rêjîma Sûriyê li gundê Ereb Xan kir armanc û ew navend wêran kir.

Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî duhî jî ragihand, rewşa siyasî ya nearam, krîza aborî û êrîşên berdewam ên Tirkiyê, her roj dibin sedema canjidestdana sivîl û penaberan li herêmê.