Mesrûr Barzanî: Mamoste qehremanên me ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Her çiqas şiyana me ya darayî baştir be, em ê ewqasî alîkariya mamoste û xwendekaran bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Mijdara 2022an li bajarê Hewlêrê beşdarî bernameya scholarship a hevbeş a Kompanyaya Genel Energy û Zanîngeha Amerîkî - Kurdistan li Duhokê bû.

Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û destpêkê spasiya kompaniya Genel Energy kir ku derfeta bêberamber ya xwendinê pêşkêşî xwendekaran kiriye û hêviya serkeftinê ji xwendekaran xwest ku di paşerojê de bibin kesên xwedî bandor û serkirdeyên paşerojê.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji kompanyayên din jî kir ku derfetên bi vî rengî ji bo xwendekaran dabîn bikin û giringiyê bidin çanda xêrxwaziyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li wê kir ku divê kesên derçûyî xwe bi aboriya aloz re biguncînin û bîr li berheman bikin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya sektora perwerdeyê û ragihand ku ew ê zêdetir kar ji bo pêşxistina beşa perwerdeyê bikin û her hewlekê xwe ji bo dabînkirina baştirîn perwerde bidin. Her wiha got: “Divê em ji teknolojiya nû ya di sektora perwerdehiyê de sûdê werbigirin û piştrast bin ku dibistan dikarin nifşê pêşeroj amade bikin.”

Derbarê sektora perwerde û mamosteyan de Mesrûr Barzanî got: “Mamoste qehremanên me ne û tenê zêdekirina mûçeyê wan têrê nake, lê em ê şiyana zanistî ya saziyên perwerdeyê, kalît û şiyana mamostayan baştir bikin.”

Her wiha got: “Her çiqas şiyana me ya darayî baştir be, em ê ewqasî alîkariya mamoste û xwendekaran bikin.” Tekezî li wê yekê kir jî, erkê hikûmetê ye ku pêwîstiyên perwerdehiyê dabîn bike.