Piştî gazinan, hunermendên Sûrî hevxemiya xwe ligel Yehya Beyazî nîşan didin

Hunermend Yehya Beyazî
Hunermend Yehya Beyazî

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanan li ser medyaya civakî vîdyoyek şok a hunermendê Kurd ê Sûrî Yehya Beyazî belav kirin ku tê de diyar dibe ew nexweş e û axaftin û tevgera wî giran bûye.

Li gorî zanyariyan, hunermend Kurd ê Sûrî û akterê dramayê Sûrî Yehya Beyazî tûşî felçê bûye û tevger û zimanê wî giran bûye.

Li gor vîdyoya belav bûye, Beyazî di weşanekê de ligel hevpîşeyê xwe hunermend Waêl Şeref derketiye û tê de behsa nexweşiya xwe û rewşa xwe ya gihîştî dike. Piştre jî ev vîdyo li tora medyaya civakî bi awayekî berfireh belav bû û gelek karvedan û hevxemî li piştî xwe anîn.

Hunermend Yehya Beyazî di wê vîdyoyê de, spasiya Waêl Şeref kir ku li wî pirsiye û gilî û gazin ji hevalên xwe yên hunermend kir ku li wî nepirsîne û got: “Hemû dizanin ku ez nexweş im, lê ti kesî telefona min jî nekir.”

Bikarhênerên malperên tora civakî ev vîdyo parve kirin, piştre jî hejmarek ji hunermendên Sûriyê hevxemiya xwe bi Bayazî re diyar kirin. Yek ji wan jî, hunermenda navdar a Sûrî Sulav Fewaxircî wêneyekî Bayazî li hejmara xwe ya “Facebook” belav kir û nivîsî: “Silametiya te Bavê Os ê hêja. Xwedê bi te re be, em ji te re dua dikin, em hemû li kêleka te ne û em li benda te ne.”

Ji aliyê xwe ve aktera Sûrî Heba Nûr bi rêya taybetiya “Instagram Story” wêneyeke Beyazî belav kir û wiha nivîsî: “Yehya, em ji te hez dikin, tu xwedî baştirîn dil, jêhatî û bedew. Tu hevalê hemûyan e û ji hemûyan hez dikî.. Selametiya dilê te, em hemû bi te re ne, li kêleka te ne û em ji pir ji te hez dikin.”

Hunermendê navdar Qusaî Xûlî jî bi weşandina wêneyên Beyazî li ser hesabê xwe yê fermî li ser “Instagram” ji hevpîşeyê xwe hunermend Yehya Bayazî re selametî xwast û li ser nivîsî: “Xwedê selametiya zû bide... silametiya dil û canê te.”

Hunermend Yihya Beyazî, lîstikvan û danserekî ciwan ji Kurdên Şamê ye, sala 1978an ji dayîk bûye. Sala 2005an Bawernameya Enstîtuya Bilind a Hunerên Şanoyê li Şamê wergirtiye. Beyazî beşdarî gelek rêzefîlmên Sûrî bûye û di rolên cûrbecûr de cihê xwe girtiye û di xebitîna wan rolan de gelekî afirîner bûye.

Hunermend Kurd ê Sûrî Yehya Beyazî pêştir gelek caran li medyaya civakî û hevpeyvînên de xwe şanaziyê bi Kurdbûna xwe dike.