Di siyaseta Tirkiyê de karvedanên serdana Ak Partiyê bo HDPê berdewam in

Seredana Ak Partî bo HDPê wek pêngavek erênî ji Ak Partî bo HDPê hat nirxandin. Piştre şîrikê netewperest yê desthilatê MHPê jî got, “seredana Ak Partî bo HDPê pêngavek asayî û rast e.”
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê hilbijartin nêzîk dibin. Him di nava desthilatê de, him jî di nav tifaqa opozîsyonê de, partiyek netewperest heye. Ji ber MHP, li aliyê desthilatê, û IYI partî, li aliyê opozîsyonê, wisa xuya ye ku her du alî jî newêrin xwe nêzî Kurdan bikin. Lê li gorî şîroveyan niha desthilat dubare pêngavekê ber bi HDPê ve diavêje. Opozisyon jî, ji vê yekê aciz xuya dike.

Piştî pêşniyaza yasaya azadiya serpoşê ya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, banga Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo guhertina destûra bingehîn, rojeva siyaseta Tirkiyê ye. Hefteya borî bi serokatiya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag şandeyek ji Ak Partî bo guhertina destûra bingehîn li Parlementoyê seredana MHP, CHP, Partiya IYI û HDPê kiribû.

Seredana Ak Partî bo HDPê wek pêngavek erênî ji Ak Partî bo HDPê hat nirxandin. Piştre şîrikê netewperest yê desthilatê MHPê jî got, “seredana Ak Partî bo HDPê pêngavek asayî û rast e.”

Ligel wan geşedanan pirsek nû derkete holê. Piştî pêwendiyên ku bi salan e xirab di navbera HDP û desthilatê da, seredana Ak Partî û piştgiriya MHPê bo seredanê, çi wateyek heye?

Şîrovekara Siyasî Tacîre Baktaş ji K24ê re diyar kir: “Desthilat girîngiya piştevaniya dengdêrên Kurd dibîne. Opozîsyon jî dibîne lê ew nawêrin xwe nêzî Kurdan bikin. Li aliyekî tifaqek bihêz ya desthilatê, li aliyê din tifaqek lawaz û bikêşe ya opozîsyonê heye. Hewce ye HDP ji rabirdûya xwe dersekê fêr bibe û li dû opozîsyona ku nawêre navê Kurd bîne ziman neçe.”

Opozisyona Tirkiyê, aciziya xwe ji geşedanên di navbera Ak Partî û HDPê de bi rêya daxuyaniyên xwe diyar kir. Aliyên nêzî hikûmetê jî balê dikişînin ser vê helwesta opozîsyona Tirkiyê.

Serokê Dezgeha Rapirsiyên Civakî OPTÎMARê Hilmî Daşdemîr ji K24ê re diyar kir: “Opozîsyon naxwaze ligel HDPê liser maseyekê rûnê, lê dixwaze ji HDPê sûdê werbigire. Gel wan nakokiyan dibîne. Li gorî rapirsiyên me nêrîna beşa mezin ya Kurdan ev e ku li Tirkiyê tenê Erdogan dikare kêşeya Kurdan çareser bike.”

Proseya duyem ya çereseriyê neyê çaverêkirin jî gelek şîrovekar bibawer in ku desthilat bi beşdarbûna MHPê jî di siyaseta Kurd de, nexşerêyek nû diyar dike. Bi vê rêyê piştgiriya HDPê bi temamî nestîne jî, dibe ku dengên Kurdên ku ji Ak Partî veqetiyayî ji paş ve bistîne.

HDPê di daxuyaniyên xwe de ligel rexnekirina desthilatê rêyên bo danûstandinan negirtin. Tawanbarkirina HDPê ji aliyê opozîsyona Tirkiyê ve rayedarên HDPê aciz dike. Ber bi hilbijartinan ve rapirsiyên civakî jî nîşan didin ku veqetîna HDP û dengdêrên Kurd ji opozîsyonê, biserkeftina desthilatê bi xwe re tîne.