Moskow: Em bi merc amade ne ku li gel Ewropayê gotûbêjê bikin

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, Moskow amade ye ji bo çareseriya qeyranan û asayîkirina pêwendiyên xwe yên ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêjê bike, lê belê bi mercekî ku pêşniyarên asayîkirinê, rewşa meydanî li ber çavan bigrin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, Moskow amade ye ji bo çareseriya qeyranan û asayîkirina pêwendiyên xwe yên ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêjê bike, lê belê bi mercekî ku pêşniyarên asayîkirinê, rewşa meydanî li ber çavan bigrin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dibe ku pêwîstiya Yekîtiya Ewropayê bi wê yekê be ku ji bo razîkirina Amerîkayê, hemû aboriya xwe xera bike.

Mariya Zaxarova diyar kir: “Eger daxwaza gotûbêjê were kirin, divê ji aliyê pratîkî ve hinek pêngavan biavêjin.”

Li ser mercê welatê xwe ji bo çareserkirina kêşeyan û asayîkirina pêwendiyên ligel welatên Ewropayê, Zaxarova got: “Mercê me ew e ku rewşa niha û meydanê li ber çavan were girtin. Çimkî tiştê niha hatiye bidestxistin û ew guherînên ku li ser erdê qewimîne, ji bo Rûsyayê bihayekî wan ê mezin heye.”

Zaxarova dibêje: “Bi baldana berdewam, derdikeve holê ku Washington nahêle siyaseteke serbixwe ya welatên Ewropayê hebe û di siyaseta derve de li  berhewendiya welatiyên xwe bigerin.