Li Enqerê di nav malekê de termên 5 penaberên Efxanî hatin dîtin

Li navçeya Altindag a ser bi Enqereya paytexta Tirkiyê di nav xaniyekî de termên 5 penaberên Efxanî hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Altindag a ser bi Enqereya paytexta Tirkiyê di nav xaniyekî de termên 5 penaberên Efxanî hatin dîtin.

Hat ragihandin ku li taxa Ornek a navçeya Altindag a ser bi Enqerê, di nav xaniyekî de termên 5 penaberên Efxanî hatin dîtin ku bi kêran hatine kuştin.

Li gor agahiyan, kesûkarên wan penaberan, ji ber ku çend roj in ti zanyarî ji wan wernegirtine, agahî dane hêzên ewlehiyê.

Tîmên hêzên ewlehiyê li ser agahdarkirinê çûne cihê bûyerê û termên wan 5 penaberan dîtine.

Tîmên tendirustiyê yên ku çûne cihê bûyerê, ragihandine ku ew penaber bi kêran hatine kuştin.