Kurdên Êzidî li dijî biryareke Sûdanî ne

Endama Parlamentoya Iraqê ya li Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Viyan Dexîl rexne li biryareke Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girt.
Endama Parlamentoya Iraqê ya li Fraksiyona PDKê Viyan Dexîl
Endama Parlamentoya Iraqê ya li Fraksiyona PDKê Viyan Dexîl

Hewlêr (K24) – Endama Parlamentoya Iraqê ya li Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Viyan Dexîl rexne li biryareke Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girt.

Hikûmeta nû ya Iraqê di biryarekê de hûrbîniya ewlehiyê betal kiriye ku beriya niha li parêzgehên rizgarkirî yên ji dest DAIŞê kar pê dihate kirin. Viyan Dexîl diyar dike ku betalkirina wê biryarê karesateke mezin e.

Viyan Dexîl dibêje: “Divê lijneyeke lêkolînê were pêkanîn ji bo lêkolîna li wan dezgehên ewlehiyê ku biryara berê weke xwe cîbicî nekirine.”

Di sala 2019an de Encûman Asayîşa Niştimanî ya Iraqê biryar dabû ku hûrbîniya ewlehiyê li parêzgehên rizgarkirî were betalkirin û tenê li kampan bimîne.

Viyan Dexîl diyar dike: “Hûrbîniya ewlehiyê gelek girîng e, li hemû welatên cîhanê kar pê tê kirin, çawa dibe li Iraqekê ku ketiye destê terorê, tê betalkirin.”

Dexîl ji Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê dipirse: “Eger hûn hûrbîniya ewlehiyê betal bikin, hûn ê ji hezaran Êzdiyan re ku bûne qurbaniyên terorê, çi bibêjin?”

Duh nûner û kesûkarên qurbaniyên tawanên DAIŞê li Şingalê di daxuyaniyekê de dijayetiya xwe ji bo wê biryara hikûmeta Bexdayê nîşan dan û daxwaz kirin ku rewşa pêkhateyên bi giştî û Êzidiyan li ber çavan bigrin û rê li ber serîhildana terorê li navçeya wan, xweş nekin.