Erdem: Di mijara destûreke nû de lihevkirinek dê di navbera AK Partî û HDPê de pêk were

Li Tirkiyê nîqaşên li ser hevdîtina partiya deshilatdar Ak Partî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê nîqaşên li ser hevdîtina partiya deshilatdar Ak Partî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Bi taybetî partiyên muxalefetê ji hevdîtinê aciz in û rexneyan her du partiyan dikin. HDP ku ji rexneyên muxalefetê aciz e, dibêje desthilat û muxalefet li ser wan dijminatiyê dike û ew bawerî her du aliyan jî nakin. Şirovekar jî dibêjin AK Partî û HDP li ser mijarekê dê li hev bikin û muxalefetî jî bi sedemekê ji HDPê dûr nakeve.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de piştî ku şandeyeke Ak Partiyê serdana HDPê kir, beramberî peyamên erênî yên ji aliye parlementer û rayedarên Ak Partiyê, ji aliyê muxalefetê ve bertekên tund hatin dayîn û weke ku AK Partî û HDP nêzîkê hev dibe hate şirovekirin.

Derbarê vê rewşa heyî de rayedarên HDPê dibêjin helwesta wan dijî deshilatê diyar e û dibêjin deshilat û muxalefet li ser dijminatiya HDPê ketine pêşbirkekê.

Berdevka HDPê Ebru Gunay got: “Partî û gelê me dê biryarê bide ka em ê bi kê re hevdîtin bikin û siyaseteke çawa bimeşînin. Deshilat muxalefetê, muxalefet jî deshilatê weke ku nêzîkê HDPê bûye sûcdar dike. Deshilat jî muxalefet li ser dijminatiya HDPê ketine nava pêşbirkekê. Lê belê HDP li dijî deshilat û muxalefetê ye û bawer nake ku deshilat û muxalefet çareseriyekê bîne. Em deshilat û muxalefetê baş nas dikin. HDP dê rêya xwe bi rêxistin û gelê xwe re diyar bike.”

Şarezayên siyasetê jî diyar dikin AKP û HDP bo proseyeke nû êdî nêzîkê hev nabin lê di mijarekê de dê li hev bikin û maseya şeşalî jî bi sedemekê xwe ji HDPê dûr naxe.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re diyar kir: “Dema em berê xwe didin pêwendiyên AK Partî û HDPê her rakêşî heye. Ji ber vê çendê ji bo proseyeke nû ne pêkane careke din nêzî hev bibin. Lê belê di mijara destûreke nû de bi şertê ku daxwazên HDPê jî bên cibicîkirin dê lihevkirinek navbera AK Partî û HDPê de çêbe. HDP neçarî muxalefetê nîne, lê muxalefet ji bo ku dengên Kurdan bi dest bixe dê di paşperdeyan de ligel HDPê dê pêwendiyên xwe bidomîne.”

Hevdîtina Ak partî û HDPê di nava maseya şeşalî de jî bûye sedema nêrînên cuda. Ji bilî partiya pêşerojê ya Ahmed Davutoglu her 5 partiyên dora masê ev hevdîtinê rexne dikin.

Di 14ê mijdarê de li navneda giştî ya partiya DEVAyê dê bo cara 8emîn şeş partî li hev bicivin. Tê çaverêkirin di vê civînê de yek jî mijara sereke ya nîqaşê nêzîkûna HDP û AK Partiyê be. Pispor jî amaje pê dikin tevî rexneyên tund maseya şeşalî jî ji bo dengdêrên Kurd winda neke dê hewla nêzîkbûna bi HDPê re bide.