PDK-Bakur bi boneya Kongreya 14emîn a PDKê pîrozbahî li Serok Barzanî kir

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê–Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê–Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir.

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Encamên Kongreya 14emîn dost û dilsozên rêbaza Barzanî keyfxweş kir. Ew qasî jî dijminên rêbaza kurdewar û Kurdistanî aciz bûn, xweziyê wan li gewriya wan ma. Evên dixwestin partiyeka jihevketî û lawaz bibînin, hîn bûn ku Partiya Demokrata Kurdistanê rastî jî wekî "dara berûyê ye", dara berû ya Kurdistanê ye, hêzeka rehên wê şaxdayî ye.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê PDK-Bakur wiha ye:

Rêzdar Cenabê Serok Barzanî,

Destpêkê silav û rêzên xwe û yên berpirsiyarên partiya me pêşkêşî cenabê we dikim.

Bi egera Kongreya 14mîn ya partiya bira Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozbahiyê li cenabê we, li cîhgirên partiyê hêjayan kak Nêçîrvan û kak Mesrûr û li hemî endamên komiteya navendî dikin.

Me Kongreya 14emîn ji destpêkê heta dawiyê bi alaqeyeke taybet û bi hêviyên mezin şopand.

Encamên Kongreya 14emîn dost û dilsozên rêbaza Barzanî keyfxweş kir. Ew qasî jî dijminên rêbaza kurdewar û Kurdistanî aciz bûn, xweziyê wan li gewriya wan ma. Evên dixwestin partiyeka jihevketî û lawaz bibînin, hîn bûn ku Partiya Demokrata Kurdistanê rastî jî wekî "dara berûyê ye", dara berû ya Kurdistanê ye, hêzeka rehên wê şaxdayî ye.

Em, PDK-Bakur, partî li bakurê welat bi rêkûpêkî û şefafiyeta rêvebirina Kongreyê, bi encamên Kongreyê, bi naveroka gotar û peyaman û biryarên hatine dan, serbilind in. Van encaman hêvî û baweriya bo rêbaza Barzanî geştir û xurttir kir.

Peyama Kongreya 14. zelal e: Partî xwe bi her awayî ji bo qonaxeke zext, ji bo pêvejoya dewletbûnê re amade kiriye bi rêberiya cenabê we û bi serokatiya rêvebiriyeke bihêz û yekrêz. Ev peyam bo hemî dilsozên doza Kurdistanê ye û di serî de bo partiyên demokrat e li hemî parçeyên Kurdistanê û li derveyê Kurdistanê jî. Em peyamên cenabê we û yên Kongreya 14. silav dikin û dibêjin cîbicîkirina van peyam û biryaran erkekî Kurdistanî ye. Bi van bîr û hizr û nirxandinan pîrozbahiyê li encamên Kongreya 14. dikin û serkeftinê dixwazin.

Li dawî em careka din, silav û rêzên xwe digihînin cenabê we û bi riya we hemî berpirsiyarên partiya bira.

Serokê neteweyî nemir Mele Mustafa Barzanî û hemî cangorî û kedkarên doza Kurd û Kurdistanê bi rêz û hurmet yad dikin.

Bijî Partiya Demokrata Kurdistanê!

Serkeftin bo doza Kurd û Kurdistanê!

Sertaç Bucak

Serokê PDK-Bakur