Pisporê siyasetê: Hewl tê dayîn Ekrem Îmamoglu ji siyasetê bê dûrxistin

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku navê wî di nava namzedên bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de jî tê behskirin bi hinceta tehde li endamên Lijneya Hilbijartina Bilind a vî welatî kiribû hat darizandin û doz bo 14ê Kanûnê hat paşxistin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku navê wî di nava namzedên bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de jî tê behskirin bi hinceta tehde li endamên Lijneya Hilbijartina Bilind a vî welatî kiribû hat darizandin û doz bo 14ê Kanûnê hat paşxistin. Îmamoglu got hêviya wî ew bû ku ji dozê bihata azadkirin. Li gor hin siyasetzanan jî di ser vê dozê re hewl tê dayîn Îmamoglu ji siyasetê were dûrxistin.

Ekrem Îmamoglu Şaredarê Stenbolê ku di medyaya Tirkiyeyê de yek ji favoriyên namzedê bo hilbijartina Serokkomariya vî welatî ya Hezîrana 2023an tê destnîşankirin bi hinceta tehde li endamên hilbijartina Bilind a Tirkiye kiribû cara 3an hat darizandin. 

Dozger derbarê Imamoglu de heta 4 sal û 1 meh cezayê zindanê û qedexeya siyasetê xwest. Dadger piştî guhdarkirina dozger û parêzeran biryar da ku doza Îmamoglu bo 14ê Kanûnê were paşxistin.

Piştî dozê Îmamoglu ku beşdarî dozê nebû ragihand ew li bendê bû ku doz bi biryara beraatê bihata dawîkirin.

Ekrem Îmamoglu got: “Hêviya min ji dadgehê ew bû ku tohmeta li ser min bê rakirin û biryara beraatê bihata dayîn û doz bi temamî bi dawî bûbûya. Lê doz hat paşxistin. Ji ber biryara hatiye dayîn ez şaşmatmayî mam û xemgîn bûm.”

Di darizandina bê de eger ji zêdeyî salekê ciza li Îmamoglu were dayîn qedexeya siyasetê jî ji wî re dê bê sepandin. Di rewşeke wiha de Îmamoglu bo hilbijartinên parlamenterî û bo Serokkomarî nikare bibe namzet û şaredariya Stenbolê jî dê bikeve destê AK Partî ku piraniya encumenên şaredariyê ji wan pêk tê.

Pisporê siyasetê Recep Yavuz ji K24ê re diyar kir: “Metirsiyeke partiya desthilat li ser ihtîmala namzetiya Îmamoglu bo Serokkomarî heye. Ji ber ku li nava gel bo Îmamoglu îtîbarekê, helwesteke pozîtîf heye, desthilat jî di ser vê doza siyasî re helw dide pêşiya wî bigire.”

Piştî betalkirina hilbijartinê ya Şaredariya Stenbolê ya 31ê Adara 2019an Îmamoglu ku bi ser ketibû rexne li betalkirina hilbijartinê kiribû û bikaranîna peyva wî ya “ehmeq” wek sivikatî li hember karmendên dewletê hatibû destnîşankirin, doz lê hatibû vekirin.