Zêdetirî 50 roj in çarenûsa rojnamevanekî Kurd ne diyar e

Rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê Mesûd Kurdpûr zêdetirî 50 roj in ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Hewlêr (K24) – Rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê Mesûd Kurdpûr zêdetirî 50 roj in ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Li gor zanyariyên Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor, ji destpêka xwepêşandanên van demên dawî yên Îranê ve, heta roja 11ê Mijdara 2022yan, 42 rojnamevan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine destserkirin, 8 rojnamevan piştî lêkolînê hatin azadkirin, lê belê 34 rojnamevan hîn jî desteserkirî ne.

Rojnamevan û Rêveberê Malpera Nûçeyan a Mukriyan Mesûd Kurdpûr roja 20ê Îlona îsal û çend roj piştî destpêkirina xwepêşandanên şermezarkirina kuştina Jîna Emînî, li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat desteserkirin.

Parêzerê malbata Kurdpûr eşkere kiriye ku ti agahiyeke wan derbarê rewşa Mesûd Kurdpûr de tune ye û nahêlin parêzer wî bibîne.

Li gor zanyariyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw, herî dawî malbata Kurdpûr agahdar bûye ku Mesûd Kurdpûr bo Girtîgeha Urmiyê hatiye veguhestin, lê belê tevî ku çendîn car daxwaza dîtina wî kirine, ji aliyê dadgeh û hêzên ewlehiyê ve rê ji wan re nehatiye dayîn.

Dezgeha Hengaw eşkere kiriye ku Mesûd Kurdpûr bi "têkdana asayîşa netewî" hatiye tometbarkirin.