Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê li ber endama ENKSê digire

Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê neda endama ENKSê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Sêmalka rê neda endama Nûneratiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê Esmehan Dawûd derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka ya li Rojavayê Kurdistanê îro 12ê Mijdara 2022an rê li ber endama Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Şepêla Pêşeroj a Kurdî û endama Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Esmehan Dawûd ku girt ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Esmehan Dawûd ji Kurdistan 24 re got, seredana wê ji bo Rojava di çarçoveya beşdariya wê di kongreya 4em a ENKSê de bû, lê Rêveberiya Deriyê Sêmalka jê re gotine ku her kes dikare derbasî Rojava bibe, lê nabe ew bi xwe derbas bibe, bêyî ku sedema qedexeyê eşkere bikin.

Esmehan Dawûd amaje bi serdan û hevdîtinên Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê Ethan Goldrich bi aliyên Rêveberiya Xweser û ENKSê û egera dubare destpêkirina diyaloga Kurdî kir û got: PYDê ku desthilata xwe li Rojavayê Kurdistanê ferz kiriye, divê di vê rewşa hestiyar de bi berpirsiyatî tevbigere. ta ku gelê Rojavayê Kurdistanê hinekî hest bi ewlehî û aramiyê bike, lê PYDê têkçûna xwe li ser asta siyasî, civakî, çandî û hemû waran de nîşan dide. Ji ber kiryarên PYDê, Rojavayê Kurdistanê vala bûye.”

Her wiha amaje Esmehan Dawûd amaje bi karesata xeniqîna hejmarek ji xortên Kobanê li qiraxên Cezaîrê kir û hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan nîşan da û got: “Eger xelkê Kobaniya birîndar, debara jiyanê û hêviya pêşerojeke baştir dîtibana, dê berê xwe nedane koçberiya di riyên metirîsdar re.”  

Endama Nûneratiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê destnîşan kir jî, ev kiryara Rêveberiya Xweser tê wê wateyê ku ew rê nadin kongreya ENKSê li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.