62 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê re derbas dibin.. birîn hîn jî vekirî ye

Peykerê Sînemaya Amûdê
Peykerê Sînemaya Amûdê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku îro 62 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê re derbas dibin ku di encamê de bi sedan zarokên wî bajêr bûn qurbanî, lê birîna malbatan hîn jî vekirî ye û daxwaz ji bo vekirina dosyaya vê komkujiyê ji bo eşkerekirina destên li piştî wê berdewam in.

Beriya 62 salan di 13ê Mijdara 1960î de 280 zarokên Kurd ku çûbûn sînemaya Amûdê, di nav pêtên agir de canê xwe ji dest dan.

Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşan eşkere dikin ku ev komkujî pilankirî bû.

Ji bo piştgirya Şoreşa Cezayîrê, fîlmek bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê de, ku tenê têra 200 zarokî dikir, 500 zarokên Kurd lê kom kiribûn.

Dema ku zarokan li fîlm temaşe dikirin, di sînemayê de şewat derket. Ji ber ku hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venekirin, 280 zarokên Kurd di nav pêtên agir de canê xwe ji dest didin.

Piştî bûyerê derbarê berpirsên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehat nîşandan û bi fermaneke lezgîn, taziye û şîna ji bo qurbaniyan hat qedexekirin.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû. Wî di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, bi dehan zarok rizgar kirin. Di dawiyê de stûnek di ser wî de hat xwarê û canê xwe ji dest da.

Tevî ku 62 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, malbatên qurbaniyan daxwaza aşkerekirina rastiya vê komkujiyê û destên li pişt wê dikin.