Li Hewlêrê 7emîn Festîvala Şanoya Navdewletî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – 7emîn Festîvala Navdewletî ya Şanoyê li Hewlêrê dest bi karên xwe kir û dê heft rojan berdewam bike, 15 komên navxweyî û navdewletî beşdarî festîvalê dibin.

Hunermend û beşdarên festîvalê di wê baweriyê de ne ku ev festîval dikare tevgera şanoya Kurdî baştir bike û herwiha dibe derfet ji bo têkelbûn çandên neteweyên cuda jî.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî yê Hewlêrê Ferheng Xefûr ji K24ê re ragihand: “Girîngiya pêkvejiyanê di warê wêje û hunerî de heye, ji ber wê jî girîngiyeke mezin bi çalakiyên hunerî de tê dayîn.”

komîteyek ji 6 kesan dê li ser nirxandina berhemên festîvalê biryarê bide. Serokê Komîteyê Fazil Caf jî da zanîn, di dawiyê de baştirîn lîstikvan, derhêner, senaryonivîs û nimayiş, dê bên xelatkirin.

Her kes di wê baweriyê de ye ku hebûna festîvaleke bi vî rengî dikare ji bo şanogerên kurd û herwiha hunermendên biyanî yên şanoyê, deriyekî berfireh veke.

Ektera diyar a Kurd Telar Hêranî  jî dibêje: “Ger em dixwazin xwe bi pêş bixin, bi taybetî jin, em dikarin ji bo wê bixebitin. lê divê di mîhrîcanan de cih ji van mijaran re vekin, da ku zêdetir jin karibin tevlî bibin.”

Heftemîn Festîvala Şanoya Navdewletî ya Hewlêrê di 12ê Mijdara 2022an de dest pê kir û heta 18/11/2022 dê berdewam bike.