Nêçîrvan Barzanî derbarê teqîna Stenbolê de peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqîna îro ya li Stenbolê şermezar kir û hevxemiya ligel malbatên qurbaniyan nîşan da.

Îro 13ê Mijdara 2022 derdora demjimêr 16:20 li kolana Îstiklalê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê teqînek rû da û li gor rayedarên hikûmeta Tirkiyê di encama teqînê de 6 kes hatine kuştin û 81 kes birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê teqîna îro ya li Stenbolê de peyamek belav kir û tê de sersaxî li kesûkarên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re xwast.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Ez êrîşa terorîstî ya îro ya li Stenbolê şermezar dikim ku guman heye ew êrîşeke teroristî be. Sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan dikim û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”